1. nîqaş û gengeşiyeke nû ye li wêjeya kurdî û rojeva kurdan zêde bûye. |
|
12.04.2015 21:31 |
xendekî
|
2. ji profîla asya genim hin gotinên rênas jiyan: |
|
12.04.2015 21:38 |
xendekî
|
3. niqaşa ku peyvek nû afirandiye. |
|
12.04.2015 23:00 |
brusk56
|
4. Heke tenê ji vî rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar/65312 gotûbe ev bersiv nîne demogojî ye. ji wan îdîana rast be eybekî mezin e. |
|
12.04.2015 23:09 |
mîr
|
5. nîqaşa ku bersiva rênas jiyan wê sibî bê weşandin e. omer faruk baran gotiye: |
|
12.04.2015 23:22 ~23:23 |
xendekî
|
6. tiştê nizanim çima lê ji rexek ve keyfa min pê tê..xelet fam nekin keyfa min ji sûçdariyê nayêt lê di medyaya kurdînûsan de bûy e meraqek.anko bûy e (bnr: magazîna kurdînûs)an.ev yek jî diyar dike ku em hêdî hêdî pêşdikevîn di warê magaziniyê de. |
|
12.04.2015 23:26 |
vêca çiyeeee
|
7. Welehî derew nîne piçek xweşa min jî çû ji ber ku êdî em dibînin ku bazarekî kurdî ava bûye em li ser niqaş dikin * berî sedan stranan û mîratên kurdî bi dizî hate wergerandin haja kesî tunebû û kesek dengê xwe nedikir niha em dibînin hesasiyetek wusa êdî çêbûye ev jî rewşekî baş e. |
|
12.04.2015 23:32 |
mîr
|
8. Kurd çiqa pêş ve diçin dibin êş (wek êşekê Kurd bi alî rastiyê ve diçin: S: berekat) wek vê mijara weşangeriya Kurd û alîyê din ji siyasete Kûrd go di nava êşa Tirkîleşme û Kurdîstanîleşme de fetisİyê. |
|
12.04.2015 23:40 |
mamoo
|
9. ez ji meraqan mirim lê hin jî bersiva rênas jiyanî nehatiye weşandin. |
|
13.04.2015 12:59 |
kurê bavê xwe
|
10. bersiva ku raya giştî û tirşikvan li bendê bûn di rûdawê de hate weşandin. Fermo em bihevre bixwînin. Here lînkê |
|
13.04.2015 18:22 ~18:27 |
seydayê_peyvan
|
11. omer farûk baran jî di bloga xwe de bersivên rênas jiyan weşandiy e. |
|
13.04.2015 18:35 |
vêca çiyeeee
|
12. temam mesele nema dê belav bin,belav bin gelî nivîskaran * |
|
13.04.2015 18:42 |
vêca çiyeeee
|
13. weşanxaneya nûbihar ji vir heta cem xwudê mafdar e, lê wekê ku rênas jiyan jî gotiye xwezî berî ku vê îdîayê li ser sosyal medyayê belav bikin, çûbûna gilî û gazindên xwe li cem rênas jiyan bi xwe kiribûna ne li cem xelkê.. tişta min li vir fêhm kiriye mebest ji belavkirina vê îdîayê ne sohbet e belê şohret e.. û dîsa min hêvî dikir, rênas jiyan şûna ku demogojiyê bike Û bi peyvên wek min biricimînin xwe li ber dilê xelkê û xwendevanên xwe gunehok bike, gotibûya erê tişta min kirî xelet e lê mebesta min ji vî îşî, ne bidestxistina berjewendiyeka madî an tişteka dî ye, min tenê xwest ez kar û xebata ku nûbiharê daye destpêkirin û aniye heta qonaxekî bi rengê xwe bidomînim.. min pêşgotina rênas jiyan ji bo dîwana feqiyê teyran nivîsî xwend û gelek kêfa min jê re hat, min nedizanî ku ji bo melayê cizîrî jî nivîsiye.. ev îdîa bû wesîlê ku xebera min ji vê jî çêbe.. |
|
13.04.2015 18:54 |
endazer
|
14. Gelo di şerîatéda cezayé dîzîya metnen wéjeyan çiye? Desté wan jî té birîn an na? |
|
13.04.2015 19:03 |
tîrejên rojê
|
15. (bnr: ger me jî hebûna lêkolînerên hêja) |
|
13.04.2015 19:52 |
ceso
|
16. Ya ku min ji bersiva rênas jiyan fêhm kirî ev e: (bnr: yaptım, ama bi sor niye yaptım) |
|
13.04.2015 23:41 |
kevçiyê dil
|
17. meseleya ku ji eyar ketiye di eyareke dî de.. |
|
14.04.2015 00:58 |
ferhenga şikestî
|
18. erê, ez dizanim ku sebebê vê tiştê bêdewletî ye. eger hebûya me dewletek wê ev tişta nebûya sebebê gengeşiyeke ew qas mezin. her tiştê wê bi rêyeke fermî ve bihata çareser kirin. wê demê meseleyê wiha nebûya gûyê kûçikan. |
|
14.04.2015 01:25 |
serhednişîn
|
19. ne rênas jiyan ne jî piraniya shîrovekarên van deveran tênagihin ku karê amadekirina berhemên klasîk, bi transkrîpsiyon (ku cuda ye ji tîpguhêziyê lew tê de gelek para shîroveyê heye, anku mekanîk û herfî nîne di nimûneya edeba kurdî ya klasîk de) û shîrove û tehlîlên tematîk û zimanî karekî serbixwe ye, li dinyayê bi hezaran kes di akademiyê de tenê ji bo karên wiha hatine damezrandin.. Û gava ew berhemeke wisa amade dikin, ew berhema wan e.. lê mixabin di meydana kurdî de, her wekî berhemên folklorîk, edebiyata klasîk jî bi piranî bûye hîpodroma nepixandina berhemdêriyê, lew bêyî amadekariyên pêwîst hêj bi nivîshkanî têne belavkirin.. lê tevî vê, ew transkrîpsiyon û edîsyon ya xwediyê xwe ye, anku ji mafê wî yê entelektuelî ye. lewma nezanî û xwebînî dibare û difûre ji cewaba rênas jiyanî.. bi wê cewaba xwe jixwe nîshan da ka çiqas dûr e ji van xebatan û neheqbûna xwe ya eyan ewqasê dîtir jî berçav kir.. xwedê me û kurdiya me ji wanên jixweve (an jî bi xêra têkiliyên xwe yên dezgehî ve) pispor û alim û shair û wergêr biparêze, yanî paqijiyeke seranserî li meydana kurdiyê tetbîq bike.. |
|
14.04.2015 15:25 |
gordereş
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |